Rejîma îşxalker a sîyonîst di 7ê Cotmeha 2023an de êrişî ser Xezzeyê kir. Di encama êrîşan de bi deh hezaran kes şehîd û birîndar bûn.

Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera Hemas û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.

Li Diyarbekirê berfa ku heliyaye hin kolan û cadeyan bin avê de hişt Li Diyarbekirê berfa ku heliyaye hin kolan û cadeyan bin avê de hişt

Piştî agirbestê cenazeyên gelek şehîdan di bin avahiyên hilweşiyayî de û li kolanên ku ji ber êrîşan nehatin dîtin, hatin dîtin.

Her wiha ji ber bermahiyên rejîma îşxalker a sîyonîst teqîn çêdibin û dibine sedema birîndar û şehîdbûna Filistînîyan.

Di 24 saetên dawî de bi giştî 20 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan û 20 kes jî birîndar bûn.

Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 47 hezar û 518 kes şehîd bûn û 111 hezar û 612 kes jî birîndar bûn.

Kaynak: İLKHA