Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Taxa Reîsa navçeya Akşehîrê pêk hatîye.

Di navbera Î.O.yê 16 salî û bavê wî O.O.yê 41 salî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket.

Li ser mezinbûna niqaşê Î.O. bi tivinga malê gule li bavê xwe reşand.

Di 51 bajaran de li dijî PKK/KCK operasyon: 282 binçavî Di 51 bajaran de li dijî PKK/KCK operasyon: 282 binçavî

Li ser xeberdayîna cîranan ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin. Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê destnîşan kirin ku O.O. li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Cenazeya bavê ji Nexweşxaneya Dewlet a Akşehîrê re hat rakirin û Î.O.yê 16 salî jî hat binçavkirin û ji ewlîyeyê re hat sewqkirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.

Kaynak: İLKHA