Qeza, li nêzî Gundê Sînanê ya li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 27 BSZ 01 a ku şofêrê wê kontrola dîreksiyonê winda kir ji rê derket û li ser kêleka rê qelibî.

Di qezayê de 4 kesên mezin û 3 jê zarok 7 kes ku navên wan nehat hînbûn birîndar bûn.

Piştî ku welatîyên derdorê xeberê şandin ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polîs û ambulans hatin sewqkirin.

Li Enqereyê di mezinahîya 3,5an de erdhej Li Enqereyê di mezinahîya 3,5an de erdhej

Mirovên birîndar piştî alîkarîya ewil ku ji teref xebatkarên tenduristiyê ve li cihê bûyerê hat kirin, ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê re hatin rakirin.

Kaynak: İLKHA