Ekîbên Fermandarîya Ewlehî ya Sehlê, li peravên Seferîhîsarê, 21 koçberên ku hêj di nav bota bin av bûbû de bûn û 3 kesên ku ji botê ketibûn nav behrê xelas kir.

Hat desntîşankirin ku di xebatên lêgerîn û xelaskirinê de koçberekî jî di nav avê de hatîye ferqkirin û hatîye xekaskirin, ji bo 5 kesên winda jî ji bejahî, hewa û behrê xebat hatin destpêkirin.

Hêj xebatên lêgerînê berdewam dikir ku li qeraxên Kendavika Azmaka Seferîhîsarê ceseda 2 kesan, li alîyê Doganbeyê jî ceseda kesekî hate dîtin.

Ji teref ekîbên Fermandarîya Cendemeya Navçe ya Urlayê ve jî li alîyê Kendavika Çakala navçeya Urlayê ceseda mirovekî dinê hatîye dîtin.

Li Diyarbekirê berfa ku heliyaye hin kolan û cadeyan bin avê de hişt Li Diyarbekirê berfa ku heliyaye hin kolan û cadeyan bin avê de hişt

Hat îfade kirin ku ji bo mirodekî dinê ya ku hêj winda ye xebat berdewam dikin.

Kaynak: İLKHA