Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD), derheqê erdhejên nû yên di Behra Egeyê de daxuyanîyek da.
Di daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hat belavkirin de weha hat gotin:
“Di Behra Egeyê de, hejmarê erdhejên ku di 28ê Çileya 2025an de zêde bûne niha 400î derbas kirîye.
Di encama ev aktîvîteya ku wek bahoza erdhejê pêk hatîye de heta niha erdheja ku mezinahîya wî herî mezin e wek 4.8an hatîye pîvandin.
Erdhejên ku pêk têne, piranîya wan 25 kîlometre bakurrojhilata nêzê Girava Santorînîyê nîşan dide û kurahîya wan jî di navbera 5-25 kîlometreyan de ne.
Erdheja ku herî nêzê welatê me ye jî 140 kîlometre dûr e.
Di sala 2011-2012an de jî dîsa aktîvîteyekî ewakî çêbûbû û di encama wê aktîvîteya 14 mehî de tu tevgerekî volkanîkî çênebûbû.
Zanyar û lêkolîneran ev tevgera sîsmîkî bi tevî AFADê ve di koordîneyê de wek (erdhej, volkan, tsûnamî) dinirxînin.”