Kabîneya ku di serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de li Beştepeyê bicive, ew ê bi meseleyên curbecur were cem hev.
Sazîya Îstatîstîkên Tirkîyeyê (TUÎK), ji bo daxuyandina daneyên enflasyona meha Çileyê hazirîyê dike, ji ber vê yekê ew ê di Kabîneyê de meseleyên aborî jî bêne gotûbejkirin.
Gavên ku derheqê rewşa dawîn a enflasyon û îstîqrara fîyetan de bêne avêtin wê bên nirxandin. Tê texmînkirin ku ew ê hikûmet, li ser tedbîrên parastina qewetan standina welatîyan bisekine.
Hat hînbûn ku meseleya ewlehîyê jî bi firehî bê gotûbejkirin. Wê operasyonên ku bêne kirin bê nirxandin û micadeleya li dijî rêxistinên sûcên organîze jî bêne gotûbejkirin. Rayedaran, ew ê derheqê operasyonên ku bi yekîneyên ewlehîyê li dar dixin de pêşkêşîyekî fireh bikin.
Şewata ku li Kartalkayayê di Otêla Grand Kartalê de derketîye û bûye sedema wefata 78 kesan jî yek ji sernavên civînê be. Ew ê hûrgilîyên meseleyê û îddîayên îhmalê bêne ser maseyê û gotûbejkirin. Xeyn ji vêya ew ê ji bona ku denetimên li ser otêl û dikanan bêne zêdekirin jî di meddeyan de nûkirin bêne kirin.
Derheqê derveyê welat de jî wê meseleya agirbesta navbera Hamas û rejima sîyonîst jî bê nirxandin û meseleya Sûrîyeyê jî bê gotûbejkirin.