Piştî agirbesta ku di 19ê Çileyê de ket rewacê tirên alîkarîyên însanî jî ketin nav Xezzeyê.
Ji teref Ofîsa Koordînasyona Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ve hat daxuyandin ku di 22yê Çileyê de 808 tirên alîkarîya însanî ketine nav Xezzeyê.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin alîkarîyên ku hatine şandin ji sitargehên rewşa acîl û navendên belavkirinê re hatine şandin.
Hat îfadekirin ku arvan û zexîre hatine belavkirin, ji bona ku firin ji nû ve vebibin xebat didomînin.
Xeyn ji vêya ji roja ewil a agirbestê di 19ê Çileyê de ji herêmê re 630, di roja duyemîn de 915, di roja sêyemîn de jî 897 tirên alîkarîya însanî ketine nav Xezzeyê.
Kaynak: İLKHA