HAMASê der barê agirbesta ku îro ket meriyetê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin.
“Em silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê Xezzeyê yê hêja ku sembola qehremanî û berxwedanê ne, dikin. Em peymana xwe ya bi wan re careke din nû dikin: Heta ku ax û nirxên me yên pîroz bi temamî rizgar bibin, em ê berpirsyariya xwe ya parastina mafên wan bidomînin.
Divê îro hemû cîhan bi hurmeteke mezin serî li ber berxwedana efsanewî, sebir û fedakariya gelê Xezzeyê ya 471 rojî bide.
Bi ketina rewacê ya agirbestê re, em soza xwe ya bicihanîna xalên vê peymanê dubare dikin. Ev peyman encama berxwedana mezin a gelê me, sebra wan û îradeya efsanewî ya berxwedana me ya qehreman a li dijî mekîneya teror û mirinê ya siyonîst e.
Girtiyên me yên qehreman wê ji îro û pê ve dest bi hevdîtinên azadiyê bikin. Ev soza ku em ê her tim ji bo wan pêk bînin ev e; Heta roj bê ku ew ê zincîrên zindanan bişkînin û li esmanê Filistînê bi azadî bijîn.
Em hatina malzemeyên alîkariyê ji bo gelê xwe û bicihanîna pêdiviyên wan ji nêz ve dişopînin. Em bi biryar in ku hemî hewildanan bikin da ku hemî piştgirî û alîkariya ku ji bo jiyan li Şerîda Xezzeyê normal bibe peyda bikin."