Ajansa Wafayê ragihand ku di encama bombebarana îşxalkeran a li ser maleke li kampa El-Mexazî ya li navenda Xezzeyê de 2 zarok şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî hat şehîdkirin Li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî hat şehîdkirin

Di encama bombebarana konê ku koçberên heman kampê tê de bûn, sivîlek şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.

Her wiha di encama bombebarana îşxalê ya li ser maleke malbata Mensûr a li kampa El-Bureyc a li navenda Xezzeyê de, 4 welatiyên sivîl ku di nav wan de 2 zarokên 11 û 12 salî bûn şehîd bûn, dayik û du zarokên wê bi giranî birîndar bûn.

Her wiha ekîbên ambulans û rizgarkirinê cenazeyên 2 şehîdan li herêma El Saftavî ya li bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê rakirin.

Artêşa îşxalker guleyên giran li Kolana Selaheddîn a dikeve herêma Maan a li rojhilatê Xan Yûnis a li başûrê Şerîda Xezzeyê barand.

Êrîşa ku li nêzî Dibistana El Akkad a li Xirbet El Adas a dikeve bakurê bajarê Refah a dikeve başûrê Xezzeyê hedef girt, gelek kes birîndar bûn.

Piştî nîvê şeva borî, êrişkarên siyonîst nexweşxaneya şehîd Kemal Edwan li bajarê Beyt Lahiyê li bakurê Xezzeyê hedef girtin û di encamê de navenda sereke ya oksîjenê bombebaran kirin û di encamê de gelek karmendên tenduristiyê birîndar bûn.

Artêşa dagirker îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li ser Xezzê didomîne û di encamê de 44 hezar û 176 kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûne û 104 hezar û 473 kes jî birîndar bûne. Bi hezaran qurbanî hê jî di bin xirbeyan û li ser rêyan de mane û ambulans û ekîbên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin.
https://ilkha.com/kurdi/cihan/îsxalkeran-li-xezzeyê-du-qampan-bombe-kir-7-sehîd-429087

Kaynak: İLKHA