Artêşa îşxalker di êrîşa hewayî ya li ser Geliyê Bekaa ya li rojhilatê Lubnanê de 2 kesan şehîd kir û 10 kesan jî birîndar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê de hat ragihandin ku êrîşa îşxalkeran sivîlên li herêmê kirine hedef û di encamê de canê xwe ji dest dane. Artêşa îşxalker bi daxuyaniyeke nivîskî îddîa kir ku xalên lêdanê yên Hizbullahê ne û ragihand ku li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê tesîsên binesaziyê yên ku tê îddîakirin "ji bo qaçaxçiya çekan tên bikaranîn" hatine hedefgirtin.

Li gorî xebera ajansa fermî ya Lubnanê NNA, artêşa îşxalker doh li bajarokên Mercayun, Bint Cebil û Hasbaya yên parêzgeha Nebatiye ya li başûrê Lubnanê 15 îhlalkirinan pêk anît. Di êrîşan de avahî hatin rûxandin, xanî hatin bombekirin û çandinîya mirîşkan hat şewitandin. Hat ragihandin ku li herêma Tallusa ya navçeya Marcayûnê di encama êrîşa bombeyî ya îşxalkeran de 2 Lubnanî bi sivikî birîndar bûne.

Ji alîyê din ve Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun bi rayedarên artêş û îstîxbaratê re hevdîtin kir û êrîşên îşxalkeran ên ku berdewam dikin nirxand.

Trump, planên xwe yên li ser Xezzeyê dîsa anî ziman Trump, planên xwe yên li ser Xezzeyê dîsa anî ziman

Libnan û rejîma îşxalker di 27ê Mijdara 2024an de agirbest pêk anîn û biryar hat dayîn ku îşxalker di nava 60 rojan de ji başûrê Lubnanê vekişin. Lê belê rejîma îşxalker bi hinceta ku artêşa Lubnanê bi temamî xwe li herêmê bi cih nekiriye, heyama dagirkeriyê heta 18ê Sibatê dirêj kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên dagirkeran ên ji 26ê Çile ve heta niha 28 kes şehîd bûne û 216 kes jî birîndar bûne.

Kaynak: İLKHA