Di daxuyaniya HAMASê de ev tişt hatin gotin:
“Tê payîn ku hêzên îşxalker di demeke nêz de lîsteyek ji 90 navên jin û zarokên ku tê payîn di roja yekem a peymana agirbestê de bên eşkerekirin, ragihînin.
Em diyar dikin ku ev lîsteya ku ji 90 kesan pêk tê beşek ji lîsteya lihevkirî ye ku bi giştî 120 navên ji heman kategoriyê dihewîne. Li gorî peymana agirbestê, tê payîn ku hêzên îşxalker di berdêla jineke sivîl de 30 girtiyên filistînî serbest berdin.”
Saet 08.30 bi dema herêmî agirbest di saet 09.30an da dest pê kir, lê îşxalkeran îdia kir ku agirbest ne di rewaca de ye, bi hinceta ku navê mehkûmên siyonîst ên ku îro bên berdan negirtine û qetlîamên xwe berdewam kirin.
HAMAS û baskê wê yê leşkerî Tûgayên Qassam navê 3 girtiyên jin ên siyonîst ku wê îro bên berdan parve kirin.
Rayedarên îşxalê jî diyar kirin ku navên lîsteya girtiyan gihiştiye destê wan û agirbest di saet 12.15an de dest pê kiriye.
Li gor çapemeniya îşxalker îro saet 17.00an 3 mehkûmên siyonîst wê bên guherandin.