Tevgera Ensarullahê, piştî êrîşên li dijî Xezzeyê operasyonên xwe yên li dijî sîyonîstan û Emrîkaya îşxalker didomîne.

Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yemenê Yahya Serî, destnîşan kir ku ew keştîya balafirê ya USS Abraham Lincoln ku aîdê Emrîkayê ye bi fuzeyên plankirî û ÎHAyan hedef girtin.

Wezîr Yerlîkaya: 147 kes bi şikdarîya PKKê hatin binçavkirin Wezîr Yerlîkaya: 147 kes bi şikdarîya PKKê hatin binçavkirin

Serî, destnîşan kir ku ew xeyn ji vê operasyonê 2 destroyerên aîdê Emrîkayê jî bi fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtine.

Yahya Serî destnîşan kir ku heta êrîşên li ser Xezze û Libnanê neyên sekinandin ew ê nesekinin.

Kaynak: İLKHA