Serokê Emrîkayê Trump qerar da ku ji sedî 25 baca gumrukê li ser piranîya kelûpelên ji Meksîka û Kanadayê û ji sedî 10 jî li ser îthalata ji Çînê re were danîn.
Tarîfeyên ku hatin dayîn ew ê roja Sêşemê bikeve meriyetê.
Trump di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ji bo rêgirtina li herikîna madeyên hişber û koçberan ji sînorên bakur û başûrê Emrîkayê van gavan avêtîye.
Nefta xav a Kanadayê dê ji sedî 10 bacek kêmtir be, ku dikare tesîrê li ser bihayên benzînê yên Emrîkayê kêm bike. Parzûngehên neftê yên rojavayê navîn bi giranî bi nefta xav a Kanadayê ve girêdayî ne.
Bacên îthalatê dikarin ji bo tiştên cûrbecûr wek fêkî û sebze, televizyonên bi ekrana daîre û perçeyên wesayîtan, bibin sedema bihayên bilindtir. Tê texmînkirin ku welatên ku armanc in bi bacên xwe yên tolhildanê yên li ser hinardekirina Emrîkayê bersiv bidin.
Karsaz û kiryaran li seranserê Emrîkayê jixwe dest bi çêkirina plansaziyên awarte kiribûn. Daneyên bazirganiyê yên destpêka vê hefteyê hatin weşandin di meha Kanûnê de zêdebûnek berbiçav a îtxalatê nîşan da, û destnîşan kir ku hinek şîrketan hewl didin ku berî her tarafên ku bikevin meriyetê dekokan bikin.