Îro di dema şebeqê de li rojhilata Nablusê di navbera hêzên îşxalkeran û berxwedêrên Filistînîyan de pevçûn derket.

Hêzên îşxalkeran, ji rojhilata Nablusê re teqwîye şandin û ji kampa Askar a berê re û li Rucîbê ji xanîyên sîvîlan re êrîş li dar xistin.

Ji êrîşa hêzên îşxalkeran re ciwanên berxwedêr bi keviran bersivê dan.

Hinek berxedêr jî ji otobûsa sîyonîstan a li herêma rojhilata Nablusê re bi çekan gule reşandin.

Di bûyerê de leşkerekî îşxalker ku otobûsê diajot birîndar bû.

Li Bolîvyayê otobus gindirî kendalê: 31 mirî, 14 birîndar Li Bolîvyayê otobus gindirî kendalê: 31 mirî, 14 birîndar

Xeyn ji vê agahîyê Hîva Sor jî daxuyand ku ciwanekî Filistînî ji ber ku leşkerên sîyonîst bi wesayîtên xwe li ser wî derbas bûne birîndar bûye.

Kaynak: İLKHA