Berîya Lûtkeya nefermî ya Lîderan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ku li Bruksela paytexta Belçîkayê hat lidarxistin, Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Fredriksen li ser daxuyanîyên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên ku gotibû Emrîka dixwaze Gronlandê bikire axivî.
Fredriksen derheqê daxuyanîyên Serokê Emrîkayê Donald Trûmp ku gotibû Emrîka dixwaze Gronlandê bikire de jî got, “Gronlanda îro parçeyek ji Danîmarkayê ye, parçeyek ji axa me ye û nayê firotin.”
Fredriksen got ku ew bi nêrîna Emrîkayê ya ku di warê ewlehî û parastinê de herêma Arktîkê her ku diçe girîngtir dibe qebûl dike û weha got: "Eger ewlekarîya herêma me be, em dikarin rêyekî bibînin."
Kaynak: İLKHA