Di daxuyanîya ku ji teref Qesra Spî ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Peymana di navbera îsraîl û Libnanê de ya ku ji teref Emrîkayê ve tê nihêrtin, ew ê heta 18ê Sibata 2025an jî di merîyetê de be.”

Xeyn ji vêya ji bo îadekirina êsîrên Libnanî jî mizakere wê ders pê bike.

Li Bolîvyayê otobus gindirî kendalê: 31 mirî, 14 birîndar Li Bolîvyayê otobus gindirî kendalê: 31 mirî, 14 birîndar

Di nav peymana ku di 27ê Mijdara 2024an de hatibû îmzekirin de dihat gotin ku ew ê di nav 60 rojan de Hîzbullah ji başûrê Libnanê vebikişe, artêşa Libnanê jî van cîhan bike bin destê xwe û îşxalkeran jî ji mewzîyên li vê derê vekişin.

Sîyonîstên ku digel peymana agirbestê ya ku bi Libnanê re hatîye kirin ji herêmên ku îşxal kirîye venekişîyaye di êrîşên ku doh li dar xist de jî 22 kesan qetil kiribû, 124 kesan jî birîndar kiribû.

Li gorî rayedarên Libnanîyan, di êrîşên ku ji Cotmeha 2023yan şûnve zêde bûne de ji 3 hezar û 800î zêdetir mirov hatin qetilkirin, herî kêm 15 hezar û 850 kes jî birîndar bûn, bi milyonan însan jî ji malên xwe bûn. (

Kaynak: İLKHA