Di çarçoveya tura 3yemîn a pevguhertina êsîran de, 110 êsîrên Filistînî ji Girtîgeha Oferê hatin serbestberdan.

Li hember 3 êsîrên sîyonîst ku HAMASê wan serbestberdabû 110 Filistînî hatin serbestberdan.

Filistînîyan jî ji bona êsîrên ku hatine berdan pêşwazî bikin li bajaroka Beytunyaya Ramallahê civîyan.

Ji HAMASê derheqê planên mişextiyê û agirbestê de daxuyanî Ji HAMASê derheqê planên mişextiyê û agirbestê de daxuyanî

Cîp û wesayîtên kar ên sîyonîstan jî ji bona ku Filistînîyên civîyane belav bikin êrîşê wan kirin.

Hîva Sor a Filistînê, destnîşan kir ku di encama êrîşa sîyonîstan de 3 kes bi guleyên rastîn, 3 kes bi guleyên plastîkî tev de 6 kes birîndar bûn, 8 kes jî ji gaza îsotê tesîrdar bûn.

Dema ku konvoya Xaça Sor ket bajarokê Filistînîyan jî bi agirbaz û çepikan wan pêşwazî kirin.

Êsîrên ku hatin berdan ew ê li Şaredarîya Ramallahê ji kontrola tenduristîyê derbas bibin.

Kaynak: İLKHA